YPJ MEDIA CENTER
17.3K subscribers
3.17K photos
1.17K videos
5 files
1.29K links
Official Telegram channel for the Women’s Defense Units (YPJ) in Rojava - Northern Syria Federation
Download Telegram
JI GELÊ ME Û RAYA GIŞTÎ RE

Fermandar Koçerîn, Şîlan û Kînda Sembola Fedayitiya Welat in

Şoreşa azadiyê, bi saya qehremanên ku hebûna xwe ji bo welat feda kirine, her roj mezin dibe û ber bi serkeftinê ve dimeşe. Dîroka azadiyê ya Kurdistanê, dîroka afirandina ‘Mirovê Azad’ û ‘Civaka Azad e’. Ji bo parastina nirxên civakî û mirovî şervanên azadiya welat herdem bi ked û azweriyeke bê hempa têkoşiyan. Hevrêyên me Koçerîn Lavînya, Şîlan Canfeda û Kînda Brûsk jî biryardariya azadiyê dane nîşandan û li hemberî planên kirêt canê kirin mertal. Bi rûhê xwe yê fedayî heta henaseya xwe ya dawiyê ber xwe dan, têkoşiyan û tevlî karwanên nemiran bûn. Em di serî de ji mîmarê jiyana azad Rêber Apo re, malbatên hevrêyên xwe yên hêja û tevahî gelê xwe yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin.

FERMANDARIYA GIŞTÎ A YPJ’Ê

#YPJ #YPG #DefendRojava
👇👇
https://ypjrojava.net/?p=21913
https://ypjrojava.net/ar/?p=24004